Li Kobanê pirsgirêka nan tê çareserkirin

Li Kobanê pirsgirêka nan tê çareserkirin

Meclîsa Gel a bajarê Kobanê, ji bo çareserkirina hevîrtirş a firinan ku ev 2 roj e kêm bûye, loma jî nan kêm derdikeve, çareser dike.

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber şert û mercên şer, têkiliyên bajêr ên bi derve re di şertên zor de pêk tên. Lewre jî, gelek caran pêdiviyên gel ên jiyanî di dema xwe de nayên pêşwazîkirin. Yek ji van pirsgirêkan jî, pirgirêka firinên nan e. Li firinên bajêr ev 2 roj e hevîrtirş pir kêm bûye, loma li bajarê ku rojê 60-70 ton nan tê derxistin, niha kêm nan tê çêkirin.

Piştî ku rewş ji Meclîsa Gel a Bajêr re hate ragihandin, rayedarên meclîsê ji bo çareserkirina pirsgirêkê ketin nava liv û tevgerê. Rayedarên Meclîsê diyar kirin ku ew ê îro heta êvarê pirsgirêkê çareser bikin.