Li Kerkûkê di êrîşeke çekdarî de polîsekî Iraqê jiyana xwe ji dest da
Li Kerkûkê di encama êrîşeke çekdarî de polîsekî Iraqê jiyana xwe ji dest da, 2 polîs jî birîndar bûn.
Li Kerkûkê di encama êrîşeke çekdarî de polîsekî Iraqê jiyana xwe ji dest da, 2 polîs jî birîndar bûn.
Êrîş doh bi şev li taxa Kobanê ya bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê hate kirin. Di encama êrîşê de ku li ser bendeke kontrolê ya polîsên beşa lezgîn hate kirin, polîsek hate kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Tê gotin, dibe ku êrîş ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibe kirin. Der barê bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.