Li bajarê Almanya Kasselê, paytexta Swîsre Bernê, li paytexta Franse Parîsê û bajarê wê Marsîlyayê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk aht hate protestkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.
Di salvegera 14’emîn de, komploya navneteweyî ya ku di encama wê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’ê de ji Sûriyeyê derket, tê protestokirin. Kurdên li bajarê Almanya Kasselê, paytexta Swîsre Bernê, li paytexta Franse Parîsê û bajarê wê Marsîlyayê dijîn bi meşan kompoloya navneteweyî protesto kirin.
KASSEL: Li bajarê Almanya Kasselê roja înê bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitî” xwepêşandanek hat lidarxistin. Xwepêşandana Kurdan li ber postexaneya navendî bi meşekê dest pê kir û li Kassel Rathousê bi mitîngekê bi dawî bû.
Di meşê de, belavokên kampanyaya “ Ji Ocalan re Azadî” hatin belavkirin û îmze hatin berhevkirin. Di meşê de dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re Azadî” hatin gotin û dewletê di komployê de cih girtin hatin şermzarkirin û azadiya Ocalan hate xwestin.
PARÎS: Girseya qelebalix li ber bîrdariya Aşitiyê ya li semta Ecole Miltaireyê kom bûn û heta Qada Trocadero ya li beramberê Birca Eiffelê meşaiyn. Xwepêşandêran komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê protesto kirin û ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan xwest saziyên navneteweyî hewl bidin.
MARSÎLYA:Li bajarê Marsîlya ku dikeve başûrê Franseyê nêzî 800 Kurd ku di destê wan de alên KCK û PKK’ê hebûn meşiyan. Kurdistanî roja şemiyê saet di 14.00 de ji Qada Canabiereyê ve meşiyan û hatin ber walîtiyê. Tevgera ciwan û jinan di dema meşê de zêdetirê 2 hezar belavok belav kir û ji azadiya Ocalan îmze berhev kirin.
Polîsên Frensî li derdora meşa Kurdan tedbîrên berfireh ên ewlehiyê girtin. Kurdan di meşa xwe de balê kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavoka der barê rewşa Ocalan de hate xwendin. Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî beşdarî çalakiyê bû û axaftinek kir. Kartal di axaftina xwe de komployê şermezar kir û bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan. Kartal da zanînê ku heta azadiya Ocalan neyê bidestxistin ew ê li her deverên cîhanê çalakiyên xwe bidomînin û got; “Li her derê Kurdistanê azadî nêzîk e.”
BERN:Bi sedan kes beşdarî mitînga “Protestoya Komployê û ji Ocalan re Azadî” ya li paytexta Swîsre Bernê hate lidaxistin bûn. Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Swîsreyê (FEKAR) çalakî organîze kir û hemû saziyên Kurdan beşdar bûn. Her wiha Meclîsên Kurdan û saziyên penaberan ên Tirkiyeyî yên wek ÎGÎF, ÎTÎF, Federasyona Elewiyên Demokratîk, MLKP û rêxistinên sivîl ên Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiyê.
Li ser navê FEKAR’ê Arzû Gungor axaftinek kir û da zanîn ku armanca komployê tasfiyekirina gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Gungor got; “Bi sedan dewlet piştgirî dan komploya ji aliykê DYA-NATO’yê ve hate organîzekirin. Ji roja ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin û vir ve di Îmraliyê de, di tecrîdek giran de ye. Şert û mercên vê girtîgehê ji yên Guantanamo wêdetir e, hemû mafê mirovan û huqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Ev 15 meh in têkiliya Birêz Ocalan bi derve re hatiye birrîn. Gelê Kurd ji destpêkê ve li Rêberê xwe xwedî derdikeve û dê ji niha û pêve jî berdewam bike. Li Tiriyeyê girtiyên siyasî ji bo protestokirina vê tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirine.”
Gungor destnîşan kir ku Ocalan li her qadê nuner û muxatabê gelê Kurd e û diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi diyalog û aşitiya bi Ocalan re çareser dibe.
Endamê Partiya Keskan a Swêdê û Parlementerê Parlementoya Zurîhê Balthasar Glättli jî diyar kir ku ew weke partiya Keskan her tim piştgiriyê didin gelê Kurd û got ku ew ê ji niha û pêve jî bi berdewam piştgiriyê bidin doza mafdar a gelê Kurd. Balthasar Glättli got; “Şerê li Kurdistanê pêk tê, me pir xemgîn dike. Divê ev şer di demek zû de bi dawî bibe û gelê Kurd jî azad bibe. Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên xwe yên qirêj ên li hemberî gelê Kurd berde û pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin”.
Rêxisitnên MLKP û Federasyona Elewiyên Demokratîk jî axivîn û komployê nelet kirin û diyar kirin ku ew heta dawiyê piştgiryê bidin têkoşîna gelê Kurd.
Kampanyaya îmzeyan a “Ji Ocalan re Azadî” ya ji aliyê Tevgera Jinê ve hate lidarxistin jî li rastî eleqeyek mezin hat.
LUZERN: Her wiha, li bjarê Swîsre Luzern jî stada ji Ocalan re Azdî hate vekirin. Stad li Lowen Platzê hate vekirin û kesên hatin serdana stadê der barê rewşa Ocalan de hatin agahdarkirin û bi sedan belav ji bo mijarê hatin belavkirin. Meclîsa Gel a Luzernê da zanîn ku ew ê di du mehan de 12 stadan vebikin û îmzeyan berhev bikin.