Piştî ku malên aydê Elewiyan li Kartala Stenbolê hatin îşaretkirin, xwestina Şaxa Kartalê y Komelya Çanda Pîr Sûltan Abdal xirab bikin.
Piştî ku malên aydê Elewiyan li Kartala Stenbolê hatin îşaretkirin, hewildan Şaxa Kartalê ya Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal bişewitînin. Di demjimêrên derdora 05.00’ê sibehê de dema ku ciranên nêzî Komeleyê şewata li baxçeyê Komeleyê dîtin agahî dan yekîneyên îtfayê, mudaxelekirin û destûr nedan agir derbazî agahiyê bibe. Serokê Şaxa Kartal ya Komeleyê Alî Ayik di derbarê malên Elewiyan yên hatine îşaretkirin balkişand ku, piştî civîna wan ya li Yaglidereyê tiştek wisan jiyanbûye. Ayik got; “Serokwezîr Erdogan cihê ku diçiyê heqaretê li Elewî û hemwelatên Elewî dike. Ger Serokwezîr derbarê komek ya etnîkê de wisan cudakar diaxive û wisan nêz bibe, dê hemwelatî jî vê weke maf bizanin. Ez bang li mirovên rewşenbîr û şoreşger yên vî welatî dikim ku li dijî vê derbikevin.”
Duh jî li Taxa Hurriyet ya Kartalê mala 25 Elewiyên ku qeytkiriyê şêniya Yildizeliya Sêwasê ne hatibûn îşaretkirin. Balkêş bû ku, dema gilî kirin polîsan jêr gotin, “karê zarokane pêwîst nake mirov mezin bike.”
Elewî dê van êrîşan îro di demjimêr 19.00’an de li Qada Kartalê biçalakiyekê protesto bikin.