Di meha hezîranê de 5 xwendekarên Kurd ên li bajarê Karabuk ê Tirkiyeyê dixwendin li rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatin û 3 ji van xwendekarên li Wargeha Xwendekaran a Bahattin Gazî diman, hatin avêtin û piştre bûrsên wan jî hatin birîn.
Bûyer di 8’ê Hezîranê de qewimî. Komek nijadperestên Tirk a ji 15 kesan pêk dihat, êrîşê 5 xwendekarên Kurd kirin. Polîsan xwendekarên Kurd û 2 jî xwendekarên êrîşkar binçav kirin. Xwendekarên Kurd du rojan di binçavan de man.
Yek ji xwendekarên mexdurê êrîşê ku nexwest navê xwe aşkere bike got; “Her çendî di kameraya ewlekariyê de hat dîtin ku destpêkê wan êrîş kirin, lê ji ber ku em ketin nava peçvûnê em ji wargehên xwe hatin derxistin û bûrsên me hatin birîn.”
Beriya hefteyekê nameyek ji xwendekaran re hat û têde hat gotin ku ew ji wargehê hatine derxistin. Xwendekarê mexdur da zanîn ku ew du hevalên xwe bi hev re li vê wargehê diman.
Xwendekar got; “Beriya hefteyekê me zanî ku em ji wargehê hatine derxistin. Kaxezek şandin malê. Jiyana min a xwendinê êdî qediya. Em du roj di binçavan de man.” Xwendekarê mexdur da zanîn ku piştî vê êrîşê hêzên ewlekariyê, rêveber û polîs bi awayeke xirab nêzîk wan bûn, dolabên di odeyê de şkandin û tiştên wan hemû belav kirin.