Xizmên windayan yên aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin pirsîn wiha bang kirin: "Bila hemû avahiyên dewletê yên tarî bên ronîkirin. Têkiliyên tarî yên rojava û rojhilata Firatê hemû bên zelalkirin."
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan ji bo aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin bê zelalkirin 2 hefteye li ber Sumerbankê tên cem hev û çalakiya rûniştinê li dar dixin. Çalakiya vê hefteyê li heman cih pêk hat. Di çalakiyê de pankrata "Winda diyarin kiryar li ku ne" vekirin û wêneyên kesên di binçavan de hatin qetilkirin û wêneyên Rojnamegerê Ferhat Tepe û Metîn Goktepe hatin hilgirtin. Li ser navê komê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê daxuyanî xwend.
ÇÎROKA KASÎM ALPSOY HATE VEGOTIN
Kaya diyar kir ku, bi salane li windayan digerin, zarokên kesên hatin windakirin niha bûne dayîk û bav. Kaya anî ziman ku, berê pirsên "Kurê min li ku ye?", "Hevjînê min li ku ye?" û "Bavê min li ku ye?" dipirsîn lê niha pirsên "Bapîrê min li ku ye?" tên pirsîn. Kaya di çalakiyê de çîroka Kasim Alpsoy yê ku di sala 1994'an de li Edeneyê hate binçavkirin û piştî îşkenceyên giran serbest hate berdan û pişt re ji bo nasnameya xwe ji emiyetê bigire çû emiyetê û careke din tu agahî jê nehatin girtin vegot.
Kaya da zanîn ku serlêdanên malbata Alpsoy hemû bêencam man. Kaya bilêv kir ku, li gel kesî got Alpsoy li goristana bêkesan hatiye veşartin û daxwaz malbatê ya "gor bê vekirin" hate redkirin û dosya hate girtin.
BERPIRSIYAR DIYARIN
Kaya destnîşan kir ku, di wê demê de Nacî Parmaksiz ê ku gefa "Ez dikarim 5 hezar kurdan di deqeyekê de bikujim" kir Waliyê Edeneyê bû û Ramazan Er yê ku di dema AKP'ê de Alîkarê Midûrê Giştî yê Polîsan dike wê demê Midûrê Polîsan yê Edeneyê bû û wiha got: "Berpirsyarê qetilkirina Kasim Alpsoy, Tansu Çîller, Nahît Menteşe û Mehmet Agarin." Kaya piştî daxuyaniyê daxwaz malbatên xizmên windayan anî ziman û wiha pê de çû: "Bila hemû avahiyên tarî yên dewletê bên ronîkirin. Bila têkiliyên tarî ji rojava û rojhilata Firatê hemû bên zelalkirin. Dosyayên hatin veşartin hemûyan tevlî dosyaya Ergenekonê bên kirin. Bila hemû sûcdariyên li ser navê dewletê pêk hatin bên lêpirsin. Hemû kiryar bên darizandin."
Piştî daxuyaniyê xizmên windayan çalakiya rûniştinê li dar xistin û turîstên biyanî yên di kolanê de derbas bûn jî rûniştin û piştgirî dan çalakiyê.