Li Îzmîrê banga mitînga 1'ê Îlonê

Li Îzmîrê banga mitînga 1'ê Îlonê

Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê banga tevlîbûna mitînga 1'ê Îlonê ya ji aliyê Melîsa Bajar ya HDK'ê ve tê organîzekirin kir û wiha got: "Di rojên hewcehî bêtir bi aştiyê heyî em bi rihê Newrozê bang li hemû kesî dikin ku 1'ê Îlonê pêşwazî bikin."

Meclîsa Bajar ya HDK'ê ya Îzmîrê roja şemiyê di demjimêr 15.00'an de dê li Qada Cumhuriyetê meşekê li dar bixe û pişt re jî di demjimêr 17.00'an de li Qada Gundogdu dê mitîngekê li dar bixe. Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê têkildarî bernameyê de daxuyanî da û banga tevlîbûna mitîngê kir. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Îzmîrê Fuat Mîkaîloglu, rêveberên BDP'ê tevlî daxuyaniya li avahiya BDP'ê pêk hat bûn.

Serokê Rêxistina BDP'ê Fuat Mîkaîloglu diyar kir ku, 1'ê Îlona îsal ji ber êrîşên rojên dawî de gelek watedare. Mîkaîloglu anî ziman ku, piştî teqîna li Dîlokê bi zanebûn û plansazî li dijî gelê Kurd êrîş pêk tên û wiha got: "Em bawer dikin ku ev lîstik dê ji pêşengên kurd û tirk ve vala bê derxistin. Em dê bi vî ramanî tevlî 1'ê Îlonê bibin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî mitînga 1'ê Îlonê ya li Qada Gundogdu bibin. Em dixwazin gelê me bi rihê Newrozê 1'ê Îlonê pêşwazî bike." Mîkaîloglu da zanîn ku, Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik û hûnermend Ferhat Tunç dê tevlî mitîngê bibin.