Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin

Li naçveyên Karabaglar û Buca yên Îzmîrê di serdagirtina malan de 2 xwendekarên zanîngehê 5 kes hatin binçavkirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Îzmîrê serê sibê li navçeyên Karabaglar û Bucayê bi ser gelek malan de girtin. Di serdagirtinên li Bucayê xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylul Remziye Polat û Umut Yaşar hatin binçavkirin. Hate zanîn ku, Remziye Polat ji ber lêpirsînekî berê serbest hatibû berdan hate binçavkirin. Polat, derxistin dozgeriyê û Yaşar jî birin Midûriyeta Polîsan ya Îzmîrê.

Di serdagirtinên li Karabaglarê de jî Kesîp Rahat, Burhan Karabogan û kesek yê navê wî hate nehate zanîn hate binçavkirin. Hate îdîakirin ku welat jî ber tevî şahiyekê bûn hatin binçavkirin. Hate zanîn ku 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê û hate zanîn ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibin.