Li Ispartayê helîkopter ket: 6 leşker mirin

Li Ispartayê helîkoptereke leşkerî kete xwarê. Di encamê de 6 leşker mirin ku yek jê tûggeneral bû.

Helîkoptereke Dibistana Hewakariyê li Ispartayê li nêzî stasyoneke sotemeniyê ya li navçeya Keçîborlûyê kete xwarê.

Hate ragihandin ku di bûyerê de 6 leşker mirin. Li gorî agahiyan yek ji leşkerên mirin tûggeneral Îsa Baydîllî, 3 jê tegmen û 2 jê jî serçawiş bûn.

Wezareta Parastinê ya Tirk îdîa kir ku helîkopter bi qezayê ketiye xwarê.