Li Ispartayê 6 kes hatin girtin
Ji kesên pêr li Ispartayê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin.
Ji kesên pêr li Ispartayê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin.
Ji kesên pêr li Ispartayê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin.
Li navenda Isparta û navçeya Ûlûborlûyê, xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demîrel û karkerên înşaetê jî di nav de 11 kes pêr hatibûn binçavkirin. 3 ji van kesan piştî ragirtina li emniyetê hatin berdan. 8 kes jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" sewqî dadgehê hatin kirin. 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Şeyhmûz Yaklav, Sehat Akpolat, Davût Ermanoglû, Mahsûn Bîsen, Damla Erdem û Yahya Aydin ji ber heman îdîayê hatin girtin.
Di 15'ê Hezîranê de jî, tevî rêveberên HDP'ê yên bajêr 20 kes hatibûn binçavkirin û 8 ji van ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin.
Di nava hefteyekê de ji 28 kesên li bajêr di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 14 kes hatin girtin.