Li Îskandînavyayê azadiya tevlibûna El Nusra!

Li Îskandînavyayê azadiya tevlibûna El Nusra!

Li welatên Îskandinavya bi sedan ciwanên Mislûman di bin navê “cîhadê” de şandine Sûriyeyê û Somaliyê, di nava refên El Nusra û El Şebab de şer dikin. Di hinek mizgeft û malperên înternetê de komên Selefî, ciwanan ji bo ‘cîhadê’ biçin Sûriyeyê û Rojava şer bikin bangewazî kirin.

Wezîrê Dadê yê Danimarka Morten Bodskov li gel Şefê Polîsên Parastinê yên Swêdê (PET) Jacob Scharf, 6 meh berê, yên ku bi armanca ‘cîhadê’ amadekariyên çûna Sûriyeyê dikirin girtin û diyarkirin ku wê bi sûcê “alikariya terorîzmê kirine” bêne lêpirsînkirin.

Çend roj berê PET got , melayê mizgefta Quba Abu Ahmed ku wangewaziya ‘cîhadê’ kir û ragihand ku di der barê partiya Help4Syrien ku alikariya aborî dide El Nursra de lêpirsîn  nayê kirin.

PET ev 6 meh bû ev kom girtibûn bin çavdêriyekî tund. Rayadarekî polîsan ku navê xwe neda, di rojnameya Berlinske Tidende ya li Danîmarka tê weşandin de ragihan ku “li holê sucekî ku bê darezandin nîne.”

Nexwa di gelek rojnameyên Danîmarkayê de nûçeyên ku sefera cîhadê tê kirin hatin weşandin. Li gorî hejmarên ku PET’ê dayîn li Danîmarkayê 65 ciwan çûne Sûriyeyê û tevli nav refên oldarên tund bûne. Ji vana 6 kes di şerde hatine kuştin.

YÊN KU LI DIJÎ CÎHADÊ DERDIKEVIN GEFA MIRINÊ LÊ TÊ KIRIN

Roja pêş piştgiriya ku ji Danimarka ji bo El Nusra hate şandina Sûriyeyê bi dîmenê video yê 7 deqan di Youtubê de hate barkirin û ji bo gelek rojnameyan hate şandin. Di filmê de ciwanên Misluman yên li Danîmarka ji bo tevlîbûna wa ya “şerê pîroz” bangewazî tên kirin.

Film bi gefên kuştinê yên ku li kesên li dij derdikeve,bi dawî dibe. Kesên ku weke dijminên Îslamyetê tên bi navkirin sekreterê giştî yê Nato Anders Fogh Rasmussen, ji polîsên erkdar yên PET’ê Morten Storm, rexnevanên Îslamê Lars Hadegaard, Ahmed Akkarî, Kurt Westergaard û Naser Kader, wênên wan bi duwaran ve hatine daliqandin û militan bi çekên otomatîk guleyan li wan dibarînin.

Rewşa li Swêdê ji ya Danîmarka cuda nîne. Di hinek mizgeft û malperên înternetê de ji bo ciwanan bişînine cîhada li Sûriyeyê xwebatên mezin tên kirin. Li gel ku polîsê parastinê yê Swêdê (Sapo) got ku 40 ciwan bi armanca şer çûne Sûriyeyê lê, hejmara rast yên ku çûne ji vê zêdetire.

Di civînekî ku çend roj pêş hatî kirin de berpirsê asta herî jor yê Polîsên Parastinê yê Swêdê, Muşteşarê Sapo Anders Thornberg, girêdayî mijarê pirsên ANF’ê bersiv dan.

Li ser pirsa ku hejmarek mezin ya ciwanan ji Swêdê ji tevlî nav refên El Nusra bibin, şandine Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêşî girtina vê hun çi dikin de Thornberg diyar kir ku li Sûriyeyê tiştên gelek xirab çêdibin û diyar kir ku hinek ciwan li Swêdê ji bo li wir şer bikin amadene ku biçin wir. Musteşar li ser vê mijarê wiha berdewam kir: “Em li gorî zagonên Swêdê  nikarîn pêşiya kesê bigirîn.” Dema ku me bi bîr xist yên ku diçine wir bi armanca suc kirinê diçin û erka Sapo pêşî girtina suce, wiha got: “ Em nizanîn ku ew ka wê suc bikin yan ne. Em nikarîn paseportên mirovan ji destê wan bigrîn, rê nedîn ew biçin derveyî sinor. Lê ger delîlên têra biken hebin dikarin biçin dadgehê daxwaza pêşî lê girtinê bikin. Em pêşketinên li wir ji nêz ve di şopînîn. Yên ku çûne Sûriyeyê 40 kes hene. Ev şer dikin. Hinek mirî û hinek jî paş de vegeriyan. Tişta ku me herî di tirsîne ew kesên ku li wir perwerda leşkerî dibînin, fêrî bi karanîna bombe û çekan bibin û di vegerê de li vir bi kar bînin e”