Li Îraqê zewaca mûte dibe sedema AIDS’ê

Li Îraqê zewaca mûte dibe sedema AIDS’ê

Li bajarê Necefê di konferansekî tendurustiyê de berpirsê beşa Peymangeha Nexweşiyên Zayendî ya Zanîngeha Kufeyê doktor Hisên Ebdûllah Cubûrî ragehand ku zewaca mûte li Başûrê Îraqê dibe sedem ku ciwan bi nexweşiya AIDS’ê bikevin. Cubûrî diyar kir ku her diçe nexweşiya AIDS’ê zêdetir dibe û ev yek jî rewşek xeter derdixe holê. Cûbûrî ji Wezareta Tendurustî ya Îraqê jî daxwaz kir ku ji bo pêşiya vê nexweşiyê bê girtin bikeve nava hewldanan.

Li bajarê Necefê bi armanca balê bikişînin ser zêdebûna nexweşiya AIDS’ê konferansek tendurustiyê hate lidarxistin. Di konferansê de de berpirsê beşa Peymangeha Nexweşiyên Zayendî ya Zanîngeha Kufeyê doktor Hisên Ebdûllah Cubûrî axivî û diyar kir ku li Başûrê Îraqê zewaca mûte pir tê kirin û ti bernameyekê tendurustiyê yê vê şêweya zewacê nine.

Niha jî ji ber vê zewacê nexweşiya AIDS peyda bûye û her ku diçe hejmara kesên ku vê nexweşiyê digirin zêdetir dibe. Cubrûrî diyar kir ku jinên Şîe ji bo rojek, du roj an jî hefteyekê bi awayek zewaca olî ango “mûte” bi ciwanên Îranî, Pakîstanî, Hindistanî û welatên din re dizewicin û di encam de ev nexweşî bi xwe re anîne Îraqê jî.

Doktor Hisên Ebdullah Cubûrî ji Wezareta Tendurustî ya Îraqê jî xwest ku ji bo pêşiya belavbûna nexweşiya AIDS bigire bernameyekî amade bike û ji berpirsên olî yên Şîe jî xwest ku bi riya fetvayan zewaca mûte qedexe bikin. Cubûrî diyarkir ku kesên ji welatên din ên Şie ji bo serdanê tên Necef û Kerbelayê bi pereyek zêde bi keçên Îraqî re dizewicin û ev jî dibe sedema belavbûna nexweşiya AIDS’ê.

Cubûrî da zanîn ku di meha Tîrmehê de li bajarê Necefê nêzîkê 80 kes bi nexweşiya AIDS’ê ketine û bi vê awayî hejmara kesên bûne AIDS’ê gehiştiye 4000 kesan.