Di demjimêrên sibehê de li gelek bajarên Iraqê êrîşên bombeyî rûdan û herî kêm 22 kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên polîsên Iraqê dane, vê sibehê li nêzî navenda polîsan ya bajarê Kut ya vîlayeta Vasîtê ku dikeva başûrê paytext Bexdayê, bi wesayîtekî tejî teqemenî êrîş pêkhat û hate ragihandin ku, di êrîşê de 12 polîs mirin û 8 polîs jî birîndar bûn.
Li ser îhtîmala êrîşek din gelek rê û kolanên bajar ji trafîkê re hatin girtin.
Li herêma Umm el-Îzam ser bi navçeya Tacî ku 30 kîlometreyî dikeve bakûrê Bexdayê, bi 5 wesayîtên tejî teqemenî êrîş pêkanî. Di êrîşê de herî kêm 9 sivîl mirin, ji 30’an zêdetir jî kes jî birîndar bûn.
Li semtên Hurriyet û Hayul-Amîl yên Bexdayê jî bi 2 wesayîtên teqî teqemenî êrîş pêkhatin. Di êrîşên li taxên Şiiyna pêkanî de herî kêm kesekê jiyana xwe ji dest da. Di derbarê hêjmara birîndaran de jî agahî nehate girtin.
Li Iraqê di encama kûrbûna krîza siyasî de di hefteyên dawî de êrîş û windahiyên can mezin rû dan. Li Bexdayê di 17’ê Îlonê de di êrîşa bombeyî ya xwekujiyê ya herêma kesk ku pir tê parastin de 7 kesan jiyana xwe ji dest da bû. Beriya vê hefteyekê di êrîşên li tevayî welat pêkhatîn de bi dehan kes mirin, di êrîşên 13’ê Tîrmehê de 84 kes mirin, ji 300 kesan zêdetir jî birîndar bûn.