Li Iraqê DAÎŞ'ê careke din êriş kir: 2 leşker mir
Li wîlayeta Selahaddînê ya Iraqê di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin.
Li wîlayeta Selahaddînê ya Iraqê di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin.
Çeteyên DAÎŞ'ê li wîlayeta Selahaddînê êriş birin ser nuqteyeke leşkerî ya artêşa Iraqê.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê di vê êrişê de 2 leşkerên Iraqê mirin.
Şeva 26'ê Cotmehê jî li wîlayeta Diyalayê di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de 12 kes miribûn, 15 kes jî birîndar bûbûn.
27'ê Cotmehê jî li gundekî heman herêmê di êrişeke çekdarên nenas de 7 kes miribûn.