Li Iraqê 18 karker ji aliyê komên çekdar ve hatin kuştin
Li Iraqê 18 karker ji aliyê komên çekdar ve hatin kuştin
Li Iraqê 18 karker ji aliyê komên çekdar ve hatin kuştin
Li Iraqê komên çekdar 18 karkerên ku zêdetirînê wan ji Îranê ne, di dema li ser xeta boriya gazê a di navbera Iraq û Îranê de di xebitîn kuştin.
Li gorî agahiyên ku jêderên polîsan dayîn di êrişa ku nêzî bajarê Beledruz yê ku dikeve rojhilatê bakurê Bexdayê pêk hatî de 15 jê Îranî û 3 jî yên Iraqê, 18 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li aliyê din jî li Bexda û derdorê wê di êrişên ku bi wesayitên bombe kirî û êrişên bi çekda pêk hatin de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Iraqê ku îsal bûyerên tûndî û şerên mezhebî çêbûn giheşte asta 2008’an. Ji serê salê heya niha herî kêm 6 hezar û 350 kesî jiyana xwe ji dest dane.