Li Îranê 2 girtiyên Kurd di greva birçîbûnê de ne

Li Îranê 2 girtiyên Kurd di greva birçîbûnê de ne

Hat ragihandin ku rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan Mihemed Kebûdwend û nivîskarê blogê Huseyîn Malekî yên li girtîgehên Îranê girtîne dest bi greva birçîbûnê kirine.Herî dawî di 3'ê hezîranê de Kebudwend rakirin nexweşxaneyê.

Mihemed Kebûdwend ku di gulana 2007’an de ji aliyê dadgehê ve hate gazîkirin û 11 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ji ber “Nûçe di derbarê binpêkirina mafê mirovan de nivîsandiye”, “Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê ava kiriye” û “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate sucdarkirin û her wiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mirovahiyê re hebû, bi hinceta “Komara Îslamî ya Îranê sucdar kiriye” hate tawanbarkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji ber rewşa Kebûdwend gihişt astek xeter û nexweşiya prostat jî pêre ye, roja 3’ê pûşperê (hezîran) rakirin nexweşxaneyê. Her çendî, bijîşkan dabûn diyarkirin ku rewşa tenduristiyê ya Kebûdwend xeter e, lê belê rayedarên Îranê her tim vê hişyariyê piştguh dikin.

Nivîskarê bloga Kurdan Huseyîn Malekî ku di sala 2009’an hate girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn jî, ji ber ku nexweşiya wî nayê dermankirin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ji ber greva birçîbûnê rewşa tenduristiya Malekî hêj xiraptir dibe.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan ya Navnetewî ya Îranê ve hatî kirin de ragihand ku, li welat di mijara dermankirina girtiyan de her tim binpêkirin mafan pêk bên û derfetên dermankirinê jî ji bo hikumxwarî serê xwe bitewînin bi kar tînin