Li Hunermend Ferhat Tûnç 2 sal ceza hate birîn

Li Hunermend Ferhat Tûnç 2 sal ceza hate birîn

3'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Bi Rayeya Taybet ya Meletî bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" 2 sal ceza da hunermend Ferhat Tûnç.

Di rûniştina ku di 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Bi Rayeya Taybet ya Meletî de hate dîtin Hunermend Ferhat Tûnç û parêzerê wî başdar bû. Tûnç ku bi hinceta " Di mitîngên hilbijartina û 1'ê Gulanê de pesnê Îbrahîm Kaypakkaya daye û propagandaya MKP'ê kiriye" tê tawanbarkirin, hemû îdîa red kir. Heyeta dadgehê li gorî xala 7/2'an ya TMK'ê 2 sal ceza da Tûnç. Parêzer Ercan Kanar da zanîn ku dê biryarê bibin temyîzê.