Li Hîldesheîmê civîna gel

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, bi beşdariya Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk civîna gel hat lidarxistin.

Di civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de gelek kes amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, Leyla Bîrlîk dest bi axaftinê kir û rewşa dawî ya li Kurdistanê nirxand.

Bîrlîk got, "Ez ji cih û warê Pakîzeyan, Mehmetan têm. Min ji we re, ji welatê berxwedanê silav aniye." Bîrlîk dûre li ser terora dewletê û komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve li Kurdistanê hatine kirin û tên kirin, agahî da. Parlamenter Leyla Bîrlîk piştre bersiva pirsên beşdaran da.

Civîna ku bi qasî du saetan dewam kir, bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" qediya.

...