Li hemberî çalakiya Kobanê êrîşa nîjadperest

Li hemberî çalakiya Kobanê êrîşa nîjadperest

Li Balikesîrê HDP’yiyên xwestin qetilkirina Kader Ortakaya şermezar bikin kom bûn, komeke nîjadperest bi gotina, "Vir bajarê Kuva-i Milliye ye ji vir bicehimin” xwestin êrîşî HDP’yiyan bikin.

Li Balikesîrê komeke biçûk a nîjadperest xwest êrîşî HDP’yiyên ji bo piştgiriya ji Kobanê re kom bû bike. Koma HDP'yî saet 14.00’an ku ji bo daxuyaniya çapemeniyê li Qada Yeşîllî kom bû, ji bo kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Di daxuyaniya li ser navê komê de êrîşa li hember hunermendên ku zincîra mirovan çêkirin hat şermezarkirin. Qetilkirina xwendekara Zanîngeha Marmara Kader Ortakaya ya ji bo tevlî şoreşa Rojava bibe xwest sînor derbas bike hat şermezarkirin.

Dema HDP’yiyan daxuyaniya çapemeniyê didan komek biçûk a nîjadperest xwest êrîş bike. Yek ji êrîşkaran dema ku got, "Vir bajarê Kuva-i Milliyeye ji vir bicehimin” hin kesan piştgirî danê. Polîsên ketin navberê her du kom dûr xistin.