Avahiya HDP'ê ya li Taxa Ziyagokalp a Başakşehîr a Stenbolê, ji hêla kesên nenas ve hat gulebarankirin. Êrîşa ku di navbera saet 14.00 û 14.30'an de pêk hat, welatî ji mirinê filitîn, 2 gule li şibakeyan ketin, zerara madî pêk hat.
Hevseroka HDP'ê ya Başakşehîrê Nadîre Kiliç diyar kir ku êrîş di dema hevalên wan li ber avahiyê bûne pêk hatiye û ev wiha got: "Dema hevalên me li ber avahiyê rûniştîbûn, mêrekî temenê wî di nêzî 35 salan de bi jinekî re derbasî goristana li hemberî avahiyê dibûn. Dema ji vir derdiketin kesê mijara gotinê tê gel hevalên me û bi gotinên wekî 'Tişta ku bûye pêkenok çî ye.' Di vê navberê de gengeşiyek derdikeve holê. Ev kes piştî li gel hevalên me vediqete, dibêje; 'Hûn bisekinin ez heta 5 deqeyan têm' û gefan li hevalên me dixwe. Piştî ji avahiyê dûr dikeve, demek şûnde bi wesayîtê ji herêmê re derbas dibe û avahiya me dide ber guleyan."
Kiliç da zanîn polîsan li cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.