Li Helebê şer didome, 4 çete hatin kuştin
Li Helebê şer didome, 4 çete hatin kuştin
Li Helebê şer didome, 4 çete hatin kuştin
Hate ragihandin ku li Helebê şerê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên ku êrîşî taxên kurdan dikin de şevê din jî dom kiriye. Hate gotin ku di encama şer de 4 çete hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne. Di encama topbarana çetayan a li ser taxan de jî welatiyekê jiyana xwe jidest da.
Êrîşên komên çete ku di 6’ê îlonê de li dijî taxên kurdan ên Helebê destpê kiribûn û şerê di navbera wan û hêzên YPG’ê de didomin.
Li gorî zanyariyên ku ji herêmê bi dest ketine, şevêdin jî li Kolana 20’an a Taxa Eşrefiyê di navbera komên çete û hêzên YGP’ê de şer derket. Hate ragihandin ku di şerê heta saetên serê sibehê dom kir de, 4 endamên çeteyan hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. Hate gotin ku pevçûn cîh bicîh didomin.
Li aliyê din hate gotin ku komên çete topbarana li hemberî taxên kurdan jî didomînin. Di encama topbarana duh de welatiyê bi navê Ehmed Mele Elî yê 60 salî jiyana xwe jidest da. Welatiyên bi navê Yusuf Şaban, Mehemed Elî û Ebdullah El Nemir jî birîndar bûn. Hate gotin ku Ebdullah El Nemir bi perçeyên guleya tangê, herdu welatiyên din jî bi guleyên sekvanan birîndar bûne.