Li bajarê Helebê yê Suriyeyê, di navbera Artêşa Azad û pêxasên rejîma Suriyeyê de pevçûn derket. Di dema şer de pêxasên xwestin bikevin Taxa Şêxmeqsud a ku kurd lê dijîn, rastî berxwedana hêzên YPG'ê hatin. Di encama gulebarana pêxasan a derdorê de endamekî asayîşa Şêxmeqsud jiyana xwe ji dest da.
Bûyer îro di saetên serê sibehê de pêk hat. Li gorî agahiyan, li nêzî Taxa Şêx Meqsûd, di navbera çekdarên Artêşa Azad û pêxwasên rêjîma Suriyeyê de şer qewimî. Şerê ku li nêzî rêya trênê rû da, bi qasî saetekê dewam kir û di encamê de ji herdu aliyan kuştî û birîndar çêbûn. Di dema şer de çekdarên Artêşa Azad xwestin derbasî kolanên Taxa Şêx Meqsûd bibin, lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi sedema ku ketina çekdaran a nava kolanan wê rê li ber kuştina sivîlên Kurd veke, destûr neda çekdarên Artêşa Azad.
Li aliyê din, pêxwasên rêjîma Suriyeyê jî yên hewl dan li nava kolanên Şêxmeqsûd bi cih bibin, rastî berxwedana hêzên YPG'ê hatin. Pêxwasên rêjîmê yên ji ber berxwedana YPG'ê ji taxê reviyan, gule li derdorê reşandin. Li ser vê yekê hêzên asayîşa taxê jî bersiv dan. Di encamê de, endamê Asayîşê Reşîd Hebîb ê 39 salî jiyana xwe ji dest da. Her wiha kesên bi navê Abdurehman Nasan, Sebrî Abdurehman û Mihemed Hellaq jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, piştî ku hêzên YPG'ê li her deverê bi cih bûn û bersiv dan pêxwasên rêjîmê, rewşa li taxê aram bû. Hat zanîn ku hemû kolanên Şêxmeqsûd di bin kontrola hêzên YPG'ê de ne.