Li Bajarê Helebê yê Sûriyeyê li pey hev 3 teqîn pêk hatin. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de nêzî 30 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyek herêmî 50 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li bajarê Helebê di saetên serê sibehê de li pey hev 3 teqîn pêk hatin. Hate gotin ku teqîn li Qada Sadullah El Cabirî ku li wir garnîzona subayan, her wiha dewriyeya leşkerî û avahiya partiya Baasê hene, pêk hatin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku 2 teqîn bi hev re çêbûne, yek jî piştî wan çêbû.
Pişti teqînê li derdorê gelek gule hatin barandin. Di encama teqînê de gelek avahî hilweşiyan û zirarek mezin çêbû. Hate gotin ku teqîna 3’yemîn li ber avahiya Baasê çêbûye.
Li gorî agahiyên destpêkê nêzî 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn .