Li Helebê êrişa bi drone ya li ser nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Li taxa Şiqeyêfê ya Helebê, bi droneyeke xwekuj êriş li ser nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin. Di êrişê de wezîfedarekî ewlekariyê birîndar bû.
Li taxa Şiqeyêfê ya Helebê, bi droneyeke xwekuj êriş li ser nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin. Di êrişê de wezîfedarekî ewlekariyê birîndar bû.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê da zanîn ku duh saet di 23:30'an de droneke xwekuj a hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, nuqteyeke wan a li taxa Şiqeyêf bombebaran kir, di encamê de endamekî hêzan birîndar bû.
Hêzan diyar kir ku piştî êrişê wan tedbîrên pêwist ji bo ewlehiya herêmê girtiye.
Berî êrişê, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê gule li rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Şêxmeqsûd barandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva gulebaranê daye.