Li bajarê Helebê, di encama gule û bobeyên di encama şerê hêzên rejîmê û Artêşa Azad de dikevin taxan, 1 jê kurd 6 kesan jiyana xwe ji dest da 21 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji ber şerê di navbera hêzên rejîmê û Artêşa Azad de, gelek guleyên topan û gule ketin Taxa Heyderiyê ya Helebê. Di encama ketina guleyan de, welatiyê kurd ê bi navê Ciwan Termuş (31) û 6 kesên din ku navên wan nehatin hînbûn jiyana xwe ji dest dan, 21 kes jî birîndar bûn.
‘KURÊ MIN BI DENGÊ TEQÎNÊ RE DERKET Û HATE KUŞTIN’
Hate ragihandin ku Ciwan Termuş ê 2 zarokên wî hene, ji gundê Kefer Sefre yê girêdayî Bajaroka Cindêrsê ya Efrînê ye. Hate hinbûn ku Termûş, dema dengê teqînê dibihîze ji bo zanibe ka li derve çi dibe, ji mala xwe derdikeve û li ber deriyê malê di encama bombeyek din li taxê ket û jiyana xwe ji dest da. Bavê Termuş Abdurrahman Termuş, destnîşan kir ku dema wan dengê teqînê li taxê bihîst, kurê wî derketiye derve û wiha got: “Dema derket derve, bombeyek din li taxê ket û kurê min û 6 kes mirin, 21 kes jî birîndar bûn.”