Li Hatayê pirsgirêka ava paqij hîn jî dewam dike
Tevî ku çar meh di ser erdhejê re derbas bûn, li Hatayê hîn jî ava paqij û vexwarinê bi destê mirovan nakeve.
Tevî ku çar meh di ser erdhejê re derbas bûn, li Hatayê hîn jî ava paqij û vexwarinê bi destê mirovan nakeve.
Li Hatayê ku rêza ji bo wergirtina ava vexwarinê bi metreyan dirêj dibe, mirov karibin şûşeyeke lître û nîvekê bi dest bixe, bi saetan di binê tavê de disekinin. Her wiha ji ber ku dema taloqkirina fatûreyan a dewletê di 31'ê Gulanê de temam bû, fatûreyên dema derbasbûyî jî li mexdûrên erdhejê têne şandin.
Endama Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê Seda Yuce li ser rewşa dawî ya mexdûrên erdhejê û pirsgirêka fatûreyê ji ANF'ê re axivî.
Yuce anî ziman ku pirsgirêkên roja destpêkê ya erdhejê neguherîne, tabloya felaketê bi hebûna rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên alîkariyê bi demkî sivik bû û got, "Bi dawiya meha Nîsanê re saziyên civakî yên sivîl hêdî hêdî ji bajêr çûn, karên xwe tenê li ser înîsiyatîfên piştevaniyê yên herêmî dimeşînin. Destpêkê ji gelek deverên Tirkiyeyê alîkarî hat. Vê yekê du mehan dewam kir. Mutbex, nexweşxane, dermanfiroş hatin avakirin, alîkarî hatin birêxistinkirin. Piştî meha Nîsanê li qadê destpêkê liv û tevger hebû. Beşek ji vê pêwendiya xwe pirsgirêka daîmî hebû. Pirsgirêk bingehîn e, bi çareseriyên rojane heta cihekî dikare bê birin. Rêxistinên civakî çiqasî hewl bidin jî nikarin valahiya dewletê dagirin. Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve pêwîstî bi plansazî û seferberiyeke fermî heye. Divê ji bo van herêman qanûnên taybet bêne danîn, budçe bê veqetandin û mirov lê bêne wezîfedarkirin."
JI BO AVÊ DU SAETAN MIROV DI RÊZÊ DE DIMÎNIN
Yuce ragihand ku çar meh di ser erdhejê re derbas bûne, lê hîn jî pirsgirêka ava paqij li bajêr dewam dike û anî ziman, ava şebekeyê weke ava vexwarinê nikare bê bikaranîn, tenê ji bo şuştinê tê bikaranîn. Yuce li ser pirsgirêka avê û paqijiyê ya li bajêr got, "Mirov ji bo karibin ava vexwarinê bi dest bixin dikevin rêzê. Bi saetan dikevin rêzê ji bo karibin şûşeyek ji lître û nîvekê ya ava vexwarinê werbigirin.
Niha li bajêr gelek mêş hene. Di komkirina çopê de û îmhakirinê de pirsgirêkên cidî hene. Li gel van şert û mercan rîska nexweşiya şewbê jî zêde dibe."
FATÛREYÊN KU NIKARIN BIDIN
Seda Yuce bi bîr xist ku bi biryarnameyê re dayina fatûreyên avê ji bo demekê hatibû taloqkirin, lê belê berdêla elektrîk û avê ya avahiyên xerabûyî ji nû ve ji mexdûran tê xwestin û got, "Fatûreyên zêdeyî 10 hezar TL'yî hene. Li taxan dema ku elektrîk hat malên xera nebûye, ji bo cîranan, ji bo konan xet hate kişandin. Ji bo mirov necemide, di tarîtiyê de nemîne elektrîk parve kirin. Ya rast fatûreyên ji wan malan re tên ne tenê elektrîka ji bo wê malê ye. Bi hev re tê bikaranîn. Ew fatûre di asteke welê de ne ku nikarin bêne dayin. Çavkaniyeke wan a debarê nîne, nikarin bixebitin. Mirov bêçare ne. Hewl didin bi xwe rê û rêbazekê peyda bikin. Li malên xisar li wan bûye kes namîne û dem bi dem ji bo pêwîstiyên xwe diçin malan. Dema ku diçin malan jî li fatûreyan rast tên. Hinek li ber malên xwe dimînin û hewl didin nehêlin fatûre bê birîn. Ji bo il herêmên erdhejê fatûre neyê birîn divê fermanek bê dayin. Dema ku mirov li ber radibin, hingî şaredarî dibêje, fermaneke bi wî rengî negihîştiye wan, lewma fatûreyê dibirin."