Li navçeya Kirikhanê di dema derbazbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da.
Di navbera gundên Çamsari û Kurtnasir ya ser bi navçeya Kirikhane ya Hatayê di dema derbazbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da.
Hate ragihandin ku, teqîna ku ji ber sedema teqemeniya li ser rexê rê ya 12 kîlometre nêzî sînorê Sûriyeyê ku dûçka û rampayên fuzeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bicih kirin rû daye.
Hate îdîakirin ku, di teqînê de tu kes nemiriye û birîndar nebûye, pisporên îmha kirina bombeyan hatin cihê bûyerê û hûrkolîn pêkanîn. Piştî teqînê li herêmê operasyon hate destpê kirin.