Li Hatayê çalakî: Leşkerek mir, 3 birîndar

Li Hatayê çalakî: Leşkerek mir, 3 birîndar

Hat ragihandin ku şevê din gerîlayên HPG’ê li navçeya Belen a Hatayê li dijî wesayîta leşkerî ya ku derketibû dewriyeyê çalakiyek pêk anî. Di encamê de herî kêm leşkerek mir û 3 jî birîndar bû.

Di çalakiya gerîlayan a ku demjimêr di 21.30 de li hemberî wesayîta leşkerî ya artêşa Tirk pêk hat de, 4 leşker birîndar bûn. Leşkerê bi navê Dogukan Şît ê ku bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê mir. Leşkerên din jî rakirin nexweşxaneyê

Walîtiya Hatayê bûyer piştrast kir û diyar kir ku li herêmê operasyona hatiye destpêkirin.