Li Hambûrgê şeva piştgiriya bi gelê Bakur re
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, şevek ji bo destekkirina gelê Bakur hate lidarxistin. Şev di salvegera damezrandina PKK'ê de pêk hat û bi coşeke mezin derbas bû.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, şevek ji bo destekkirina gelê Bakur hate lidarxistin. Şev di salvegera damezrandina PKK'ê de pêk hat û bi coşeke mezin derbas bû.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê yên Kurdistanê, Berdevkê Saziya Malbatên Winda û Şehîdan a Ewropayê (KOMAW) Ahmet Aktaş axivî. Aktaş bûyerên ji dema damezrandina PKK'ê û vir ve qewimîn nirxand û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Aktaş bibîr xist, ku li cîhanê lîderên weke Fîdel Castro, Che Gûevara, Mao derketin holê, lê kesî xwe ji bo van neşewitand û feda nekir. Aktaş bal kişand ser pêşketinên Şoreşa Jinê li Rojavayê Kurdistanê rê li ber vekiriye û destnîşan kir, rejîma Erdogan gelekî ji vê ditirse.
Di bernameya çandê ya şevê de Koroya Zarokan, koma Rengê Nû, Zozan Zûdem, Atîlla-Îbo û Garîp Dost derketin ser dikê. Govenda Sîpan Amara jî hunera xwe pêşkêş kir.