Li gundê Elmadere şopa komkujiyê
Gundê Elmadere, ku 11 mirovên wê ji ber hêrsa qezenca zêde patronên madenê jiyana xwe ji dest dan, bi tenê vê dixwaze: Berpirsyar werin cezakirin.
Gundê Elmadere, ku 11 mirovên wê ji ber hêrsa qezenca zêde patronên madenê jiyana xwe ji dest dan, bi tenê vê dixwaze: Berpirsyar werin cezakirin.
Gundê Elmadere yê navçeya Îzmîr Hinikê 11 ewladên xwe li kana madenê ya Somayê hişt. Ahmet Guven, Bîlal Ay, Dogan Yildirim, Erol Ûysal, Ersan Çetîn, Huseyîn Kilinç, Huseyîn Kilinç, Îlkay Yildirim, Samî Yildirim, Sezaî Kiliç, Tûrgût Yilmaz ji ber hêrsa qezenca zêde ya patronên madenê jiyana xwe ji dest dan. Li dû wan zarokên bê bav, dayikên bê ewlad, jinên ku neçar man hemû barê jiyanê hilgirin ser milê xwe, man.
Gundê Elmadere yê 15 kîlometre dûrî Kinikê ye, yek ji gundên Elewiyan ê Egeyê ye. Çavkaniya bingehîn a debara gundê ji 450 kesî, karkeriya madenê ye. Lê heta duh li zeviyên xwe tûtin diçandin û debara xwe dikirin. Dema polîtîkayên dewletê karê çandiniyê qedand, bi hezaran cotkar neçarî madenê man.
Gundê Elmadere gundekî di nava xwezayê de ye lê belê xebatên vekirina kana komirê ya li ber devê gund nîşan dide ku rojên zor û zehmet li pêşiya gundiyên Elmadereyê ye.
Şîrketa Polyak Eynez ku piştî kana komirê plan dike li herêmê santrala termîk çêbike, mîna şîrketên din ên madenê yên li Egeyê, ji bo li nerazîbûna gundiyan rast neyê dest bi 'razemendiyê' kiriye. Şîrketa madenê ku Cemxaneya gund nû kir, berpirsyariya çêkirina dibistana seretayî da ser xwe.
Piraniya ciwanên li gund, di înşaetên kana komirê ya tê xwestin bê vekirin de, dixebitin.
'YEKANE DAXWAZE ME EDALET E'
Li gund, di destpêkê de bira û diya Samî Yildirim (30) û Îlkay Yildirim (34) ên di komkujiya Soma de jiyana xwe ji dest dan Sezaî Yildirim û Senem Yildirim em vehewandin.
Daxwaza yekane ya dê Senem Yildirim bicihhatina edaletê ye. Dayik Yildirim soza ji wan re hatibû dayîn bbiîr xist: Wê sûcdar werin cezakirin.
Dûre li doza li Edliyeya Akhîsarê tê dîtin vegeriya û got, "Em çûn dadgehê, mîna em sûcdar in nêzî me bûn. Bi hêzên polîsan salon dagirtin."
Diyare sala bihurî Dayik Yildirim gelekî betilandiye: "Salekê biaxive, biaxive. Çi bû? Yên çûn ji çûn. Eger sûcdar werin cezakirin, wê êşa me hinekî sivik bibe. Ya rast, ti baweriya me ji edaletê nîne."
Dayik Yildirim a 56 salî bi zorê diaxive: "Ev saleke her êş û xemgînî heye. Ew carekê mirin, ez her roj dimirim keça min. Êşên wan her roj cîgera min dişewitîne. Me ev êş kişand, bila kesek nekişîne, bila edalet bicih bê."
Piştî kurê xwe, bûka xwe jî di qezayeke trafîkê de winda kir. Niha ji bo her du neviyên xwe Sercan û Sevcan, dê û bavtiyê jî dike.
Dûre Sezaî Yildirim dest bi axaftinê dike. Yildirim ku bi xwe jî karkerekî madenê ye, di destpêkê de behsa mercên xebatê kir:"3 salan ez bê maske xebitîm. Li ser me zexteke giran a 'bêhtir bixebitin' hebû." Dûre ya ku Maden-Îş a endamê wê bû vegot: "Me dît ku ev sendîka xulamê patron e. Her wiha sendîkayê karker bir mîtîngên AKP'ê yên li Manîsayê." Yildirim bi kurtasî ji bo mercên xebatê got, "Em weke koleyan didan xebitandin". Yildirim nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên hikûmetê ku îdîa dikin xebata taşeron nîne da û got, "Derewan dikin. Ez dikarim yek bi yek bêjim ku kî çiqasî taşeron didin xebitandin." Dûre yek bi yek hin nav jimart.
Yildirim ji bo pêvajoya darizandinê jî got, "Edaletê henekê xwe bi me kir" û got daxwazeke me ya yekane heye: Bila hikûmet destê xwe ji ser dadgeriyê vekişîne, dadgeh darizandineke adîl bike.
Sezaî Yildirim piştî komkujiyê dest ji kar berda û êdî naxwaze li madenê bixebite. Ne diyar e ku wê ji niha û pê ve çi bike.
'LI VÎ GUNDÎ HEVALEKÎ MIN NEMA'
Gora şehîdên madenê li ser gund e. Bîrdariyek navê wan li ser nivîsandî û madenkarên li kêleka xwe veketîne. Ev dîmen, goristana Roboskî ya ku balafirên şer ên dewletê 34 Kurd qetil kir, tîne bîra mirovan.
Sezaî Yildirim di destpêkê de gora birayên xwe, dûre jî ya xizmên xwe nîşan dide. Dûre behsa bîranînên xwe dike. Dibêje "Li vî gundî hevalekî min nema" û dengê wî qut dibe.
Dengên ji kana komirê tê, dengên xwezayê qut dikin.
Li ocaxê dinêrim.
Dibêje "Me li vir nahêlin ne werê?"
Mîna ku ya di hişê min de dixwîne. Dibêjim, "Gengaz e, bixwazin we ji vir derxînin."
Rawestgeha me ya sêyemîn a li gundê Elmalidere mala Selma Ay e. Dayika 2 zarokan Selma Ay a 30 salî, hevserê xwe Bîlal, birayê xwe Huseyîn Kiliç û zavayê xwe Huseyîn Kiliç ji dest da.
Selma Ay ji bo komkujiya 13'ê Gulanê dibêje, "Agir hem bi mala min hem jî bi dilê min ket."
Ji bo sozên dewletê piştî komkujiyê daye jî got, "Roja 301 şehîd mirin, hatin ji bîrkirin" û dubare kir. Selma Ay diyar kir ku ew bi piştgirî û desteka gel li ser piyan dimînin û got, "Gelê me li derdên me guhdarî kir, hewl da bibe derman. Dewletê em ji bîr kir."
Selma Ay ku ji 13 saliya xwe ve weke karkera çandiniyê dixebite, bê navber hevserê xwe bibîr anî û bîranînên xwe yên bi wî re parve kir. Cihê li malê yê her êvarê lê rûdinişt nîşan da, fîlmê lê temaşe dikir, seleteya çêdikir, masiyê dişijirand vegot. Got, "Xwezî ji vî derî biketibûya hundir."
Hesreta zarokên xwe ya ji bo bavê xwe vegot û timî got, "Bila edalet bicih bê."