Kurdên li Goteborg a Swêdê dijîn ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku dê di 1’ê îlonê de bidin destpêkirin hatin gel hev. Ji bo kampanya bi bandor û bi girseyî bê meşandin nîqaş hatin kirin.
Siyasetmedarê kurd Naîm Baran diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê serhildana gelan a li dijî dîkdator û mêtîngeran pêngaveke dîrokî ye û geşedanên mezinin.
Baran da zanîn ku gelê kurd gelê herî bi rêxistinkirî yê Rohilata Navîne û wiha pê de çû: “Vê rewşê jî derfeteke mezin daye gelê kurd. Taktîka ku Rêber Apo li Suriye û rojavayê Kurdistanê pêk aniye, rê li ber qezencên mezin ji bo kurdan vekiriye û divê hemû gelê kurd bi awayekî aktîf piştgiriyê bide vê.”
Baran di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê li hemberî gelê kurd ji her alî de şer daye destpêkirin û lê hemberî hêzên gerîla ku xwe bi awayekî bi hêz bi rêxistin kiriye li pişt hev darbe xwariye. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dij hiqûqa navnetewî, qanûn û peymanan e. Ji bo dawî li vê bêhiqûqiyê bê peywireke mezin dikeve ser milê Kurdistaniyan. Ji bo Azadiya Ocalan berê jî çalakiyên cur bi cur hatin pêk anîn û dê bidomin. Bi wesîleya roja 1’ê îlonê dê kampanyaya ji bo Ocalan Azadî bê destpêkirin. Gelek nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr dê divê kampanyayê de cih bigirin. Ligel kampanyaya îmzeyan 8 welatên Ewropayê ku di nav de Swêd jî hebû li 70 bajarî dê tura otubusan pêk were. Li 15 welatan li gelek cihan dê çalakiyên cur bi cur pêk bên.”
Baran bang li hemû kurdan kir ku bila bi awayekî aktîf tevlî kampanyayê bibin.