Li gor malbatê Abdulvahît Kiliç hatiye kuştin

Li gor malbatê Abdulvahît Kiliç hatiye kuştin

Hate zanîn ku Abdulvahît Kiliç (43) ê di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de xwestiye ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bikuje sirgunê Girtîgeha Midyadê hatibû kirin. Cenazeyê wî ji girtîgeha Midyadê hat derxistin. Rêveberiya girtîgehê got, “xwekuştina duwemîn. Lê malbata Kiliç bi fikar e.

Hefteya borî, girtiyê bi navê Abdulvahît Kiliç bi boneya protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, stûyê xwe birrî û pir zêde xwîn wenda kir. Kiliç rakirin nexweşxaneyê, lê beriya were dermankirin, sirgunê Girtîgeha Midyadê hate kirin. Şevê din rêveberiya girtîgehê telefonî malbatê kir û agahiya mirinê da.

'CIHÊN DIRÛNÊ VEKIRÎ BÛN, ŞOPA KÛLMAN HEBÛ Û BI STÛYÊ WÎ VE CIHÊ BEN TUNE'

Seroka TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker agahî da ANF’ê û diyar kir ku wana bi malbata Kiliç re hevdîtin pêk anîne. Teker destnîşan kir ku malbatê diyar kiriye ku ew bawer nake, Kiliç xwe kuştibe.

Kekê Kiliç, diyar kir ku ew beriya birayê wî bimire pêre axiviye û got ku Kiliç gotiye ku rewşa wî baş e û got; “Bi ya me di wesayîta rîngê de tiştek anîne serê wî. Jixwe piştî ji girtîgehê birine, nebirine qawişê, birine hucreyê. Em bawer nakin ku xwe daliqandibe."

Malbatê da diyarkirin ku wana cenazeyê Kiliç li morgê dîtiye, qeydên birînên wî vekirî bûn û kûlmê şidayî bûn. Hat ragihandin ku her çendî dibêjin Kiliç xwe daliqandiye, lê kesên cenazeyê wî di morgê de dîtine diyar kirin bi stûyê wî ve tu şopa ben tune ye.

Malbat cenaze wergirt û ber bi Kocakoya Amedê ve bi rê ket.