AKP’ê ku hemû cihên xwezayî yên li Wanê û derdorê wan xera kirine û kirine cihê rantê, niha jî çavên xwe berdane Behra Wanê. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, bi derewa “Em peravên Behra Wanê ji ritamê paqij dikin” tije dike. Zilgehên ku cihên jiyanê yên bi hezaran zindiyan in, bi kevir û xurdikan tên tijekirin û jiyana xwezayî tê tunekirin. Di dîmenan de ku ANF’ê kişandine, xuya ye ku her roj bi sedan kamyonan kevir û xurdukan tînin û pê Behra Wanê tije dikin. Kevir û axa ji derên din tînin bera nava behrê didin.
Behra Wanê ku can dide Wanê û gelek bajaran; bi xweşikahiya xwe ya xwezayî mîna navenda geştyariyê ya Kurdistanê ye. Malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye û bala geştyarên xwecihî û biyan lê ye.
Behra Wanê, piştî ku şaredariyên HDP’ê ji aliyên qeyûman ve hatin desteserkirin, bûn cihê rantê yên AKP’ê û alîgirên wê. Çawa ku qeyûm tayînê şaredariyên Rêya Hevrîşim, Erdîş, Tûşba û Artemêtê yên Wanê hatin kirin, xeta ber Behra Wanê kirin beton, pêşkêşê AKP’ê alîgirên wê hat kirin. Peravên Erdîş, Artemêt, Tûşba, Westanê di bin dagirkeriya sazî û dezgehên dewletê de ne. Ketina van deran a xelkê qedexe ye. Balafirgeha Ferît Melen a Wanê, Kar û Barê Avê yê Dewletê, tesîsên midûriyeta perwerdehiya neteweyî, kamp û cihên bêhndanê, Havîngeha Artemêtê ya Walîtiya Wanê, Mala Artêşê ya Artemêtê û Gazînoya wê, bi dehan qereqol û tesîsên polîs û leşkeran li wir in. Li ber peravên behrê yên Erdîşê ku 12 kîlometre ne, bi deha tesîsên wek kafe, xwaringeh û otelan hene.
JIYANA XWEZAYÎ HAT TUNEKIRIN
AKP ku bi salan e peravên Behra Wanê dagir dike û pêşkêşî alîgirên xwe dike, niha jî ji bo bike cihê rantê dixebite. Xeta peravê ya di navbeyna Îskeleya Wanê û Keleha Wanê de ku di navbeyna Rêya Hevrîşim û Tûşbayê de ye, qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tije dike da ku bibe cihê rantê. Ji aliyê qeyûmê Wanê ve, bi derewa “Em ji ritamê paqij dikin” tê dagirtin. Zilgehên ku cihên jiyanê yên bi hezaran zindiyan in, bi xurdik û keviran tên tijekirin û jiyana xwezayî tê tunekirin.
Li van cihan, wê kafe, xwaringeh, otel û vîla bên çêkirin û pêşkêşî alîgiran bên kirin.
Qeyûm, ji bo dagirkirina van deran qeyûm bi lez û bez dixebite. Di bin navê paqijkirina xeta peravên behrê de, her roj bi dehan kamyonan kevir û xurdik tên anîn, li peravê tên rijandin. Ji ber tijekirina peravê bi xurdik û keviran, zilgeh û gol û cihên şînahî hatin tunekirin.