Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê gelemperî jê ji Herêma Marmarayê, rapora xwe ya 3 mehan a têkildarî binpêkirinên li 21 girtîgehan amade kir. Di “Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” de binpêkirinên meha Cotmeh, Mijdar û Kanûna sala 2022’yan hatine destnîşankirin. Rapor, li Şaxa ÎHD’a Stenbolê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.
57 SERLÊDAN
Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên li Girtîgehên Kampûsa Sîlîvriyê, Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê, Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kandirayê, Girtîgehên Kocaeliyê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa L a Maltepeyê, Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvriyê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê, Girtîgeha Tîpa H a Bursayê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê, Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, Girtîgeha tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Kurkuçuler a Edeneyê, Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê, Girtîgeha Tîpa T a Şakranê, Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Sîncanê û Girtîgeha Jinan a Amedê hatine tespîtkirin.
Di raporê de 57 serlêdan hebûn û ji binpêkirinên mafê jiyanê heta muameleya xerab, lêdan, êşkence, binpêkirina mafê tenduristî û tedawiyê, mafê ragihandinê, mafê xweyîkirinê, mafê xwegihandina edaletê û mafê darizandina adilane jî di nav de bi giştî hezar û 973 binpêkirin hatin tespîtkirin.
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
Têkildarî naveroka raporê ev agahî hatin parvekirin: “Di çarçoveya mafê jiyanê de 29 binpêkirin û di çarçoveya gefên kuştinê yên li girtiyan hatine xwarin de 19 binpêkirin hatin tespîtkirin. Her wiha 2 girtî neçar man ku xwe bikujin, 2 girtiyan hewl dan xwe bikujin û herî kêm 6 girtiyan jî dawî li jiyana xwe anîn. 780 bûyerên miameleya xerab û êşkenceyê hatin tespîtkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û bû 21 meh ku tu agahî jê nayên girtin. Ne parêzer û ne jî malbata Ocalan nikarin biçin serdanê. Binpêkirinên li Îmraliyê di hêla binpêkirina de di rêza yekemîn de cih girtiye.”
Di raporê de hat destnîşankirin ku 33 serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê hatine redkirin.