Li girtîgehê ev jî çêbû: Bi satila tejî av întîhar!

Li girtîgehê ev jî çêbû: Bi satila tejî av întîhar!

Li girtîgehên Tirkiyeyê muameleya xirap û îşkence her roja ku diçe zêdetir dibe, agahiyek sosret ji Bûrsayê hat. Hat îdîakirin ku, li Girtîgeha Bûrsayê girtiyekê bi satilekî tejî av xwe xeniqandiye.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, Erkan Erolê ku bi kuştina polîsekî hatî girtin, li Girtîgeha Tîpa E ya Bûrsayê li koxişa xwe mirî hate dîtin. Rayedarên Girtîgehê aşkera kirin ku, Erol serê xwe xistiye satilekî tejî av û xwe kuştiye.

Piştî daxuyaniya rêveberiya Girtîgehê, Dozgeriya Bûrsayê derbarê mijarê vekolîn da destpêkirin. Piştî ku mirina Erol bigûman hate dîtin, ji bo otopsiya Erol hat hînbûn ku, dê îfadeyên hevalên wî yên li koxişê bên girtin.

Li aliyê din rêveberiya girtîgehê ragihand ku, Erol cara yekem hewildaye xwe bikuje û bi vî awayî xwekuştin parastiye.