10 girtiyên din jî yên ji doza PKK’ê li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Girtîyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi armanca tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û mafên tenduristî,ewlehî û azadiyê bêne pêkanîn, heman demê de mafên Kurdan yên demokratîk bên dayîn gireva birçîbûnê yê bêdem û bêdorveger dane destpê kirin her roja ku diçe berfirehtir dibe.
Li girtîgeha Tîpa E ya Edîrneyê jî 10 girtiyên ji doza PKK’ê girtîne bi heman armancê tevlî gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûn.
Girtiyên ji 5'ê cotmehê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin navên wan wiha ne: Nasrettîn Merter, Hasan Kizilkan, Ersîn Kazgan, Bariş Mete, Yildirim Turgut, Nîzam Ozluk, Mehmet Zahît Şahîn, Kerem Îrmek, Tuncay Genç, Kurşad Firat Vural.