Li Girtîgehan çalakiya birçîbûnê berfireh dibe

Li Girtîgehan çalakiya birçîbûnê berfireh dibe

Li Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê 6 û li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê jî 10 girtiyan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ya di 12'ê Îlonê de bi boneya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin û daxwazên Ocalan yên azadî, tenduristî û ewlehiyê pêk bê destpê kiri bû her ku diçe fireh dibe.

Li Girtîgeha Tîpa M ya Baybûrtê 6 û li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê jî 10 girtiyan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Li Baybûrte girtiyên bi navê Bozan Açlan, Ali Emirhanî, Haşim Ozdaş, Omer Tutuş, Lokman Înce, Emrah Aba bi nameyekê diyar kirin ku di 4'ê Cotmehê de dest bi gireva birçîbûnê dikin.

LI ÊLIHÊ JÎ 10 GIRTIYAN DEST BI GIREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN

Li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê jî 10 girtiyan îro dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. Girtiyan bi nameyekê diyar kirin ku, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 13 salin tecrîda giran tê meşandin û bi tena serê xwe d yek hucreyê de tê girtin.

Girtiyan anîn ziman ku, ev yek nayê qebûlkirin û ew li hemberî vê rewşê bêdeng namînin Girtiyan destnîşan kirin ku, heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin. Girtiyên îro dest bi girevê bikin evin: "Şeyhmus Bulbul, Alî Adibellî, Nizam Arzik, Delîl Yilmaz, Şafak Çelen, Adnan Yîgîttekin, Serdar Şahîn, Atilla Oztur, Îskan Eguz û Ahmet Eskî."