Remzî Bayram ê 24 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin di 14’ê Hezîranê de bi telefonê bi malbata xwe ra axivî û binpêkirinên li girtîgehê tên kirin ragihand.
Remzî Bayram da zanîn ku leşker û gardiyanan di 13’ê Hezîranê de bi ser qawişa lê dimînin de girtine û hin malzemeyên wan şikandine, hin desteser kirine û qawiş ser û bin kirine.
Remzî Bayram bal kişand ser zextên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê, banga hestiyariyê kir.
Malbata Bayram jî diyar kir ku zextên li dijî girtiyan tên kirin nayên qebûlkirin û xwest dawî li pêkanînên keyfî bên anîn.
Malbatê banga hestiyariyê li raya giştî, sazî û parazvanên mafên mirovan kir.