Gireva birçîbûnê ya ku 12’ê Îlonê li girtîgehan destpê kir, her ku diçe berfireh û bilav dibe. Ji Girtîgeha Zarokan ya Maltepeyê 4 zarokên jî tevlî greva birçîbûnê bûn.
Di 12'yê Îlonê de girtiyên PKK û PAJK'î ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û mafên wî yên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk bên û mafên kurdan yên demokratîk bên dayîn dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Bi heman armancê 4 zarokên li Girtîgeha Zarokan ya Maltepe jî dê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bikin.
Li gorî agahiyên malbatan dan, zarokên bi navê M.A., V.T., B.B. û S.S. dê di 11'ê cotmehê tevlî çalakiya gireva birçîbûnê bibin.