Li girtîgeha Kiriklarê girtiyek xwe şewitand

Li girtîgeha Kiriklarê girtiyek xwe şewitand

Hat diyarkirin ku li girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê girtiyê siyasî yê bi navê Şahîn Aslan xwe şewitand.

Girtiyê siyasî yê bi navê Şahîn Aslan ê li girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê bedena xwe da ber agir. Hate zanîn ku li Nexweşxaneya Yeşîlyurt a Dewletê tê dermankirin û der barê tenduristiya girtiyê siyasî yê birîndar de agahî nehat dayîn.

Ji rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê Necla Şengul diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bûyerê piştrast kiriye.