Li Girtîgeha Kiriklarê binpêkirinên mafan gihiştine asta jor!

Li Girtîgeha Kiriklarê binpêkirinên mafan gihiştine asta jor!

Girtiyên Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 1 ya Kiriklarê diyar kirin ku, li girtîgehê binpêkirina mafan derketiye asta jor. Girtiyan anîn ziman ku, dema li hemberî binpêkirina mafan ji rayedaran re daxwaznameyan dinivîsin, daxwaznameyên wan tên desteserkirin. Girtiyan anîn ziman ku, her tişt li wan tê qedexekirin.

Li Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 1 ya Kiriklarê ya navçeya Buca ya Îzmirê binpêkirina mafan zêde dibe. Girtiyên bi navê Erhan Erguz, Yaşar Sîncar û Hakî Poyraz nameyek hevpar nivîsandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehê. Girtiyan diyar kirin ku, her tim di bin zextên derûnî de dijîn û her tişt li wan tê qedexekirin.

KANALÊN OLÎ HENE, LÊ HAYAT Û ÎMC TV TUNE YE

Girtiyan da zanîn ku, rastî mafê ragihandinê tên û pirtûkên ku biryara komkirinê tune jî nadin wan. Girtiyan da zanîn ku, rojnameyên ku ew dixwazin nadin wan û qanalên televîzyonan ên wekî Hayat Tv û ÝMC Tv tê astengkirin. Girtiyan, da zanîn ku rojnameyên Azadiya Welat ji 4-5 rojan carekê digehije destê wan. Girtiyan destnîşan kir ku, gelek caran bi hincetên vala û pûç rastî cezayê dîsîplinê tên. Girtiyan, bibîrxist ku gelek caran cezayê hevdîtinê didin wan û destûr nadin ku derkevin hevdîtinê.

'ALAVÊN KANTÎNÊ PIR BIHA DIFIROŞIN ME'

Girtiyan destnîşan kir ku, hemû pêkanîn bi agahiya Midûrê 1'emîn Ayhan Çapaci pêk tên û wiha berdewam kirin: "Zext bi her alî zêde dibin. Dîsa dema em alav û amûran ji kantînê dixwazin bi bihayê pir zêde difiroşin me. Doktorê ku lazime her roj li girtîgehê be tenê rojên Sêşem û Çarşemê tê girtîgehê. Dîsa girtî dema diçin revîrê û tên rastî lêgerîna pir dijwar tên. Girtiyên li hemberî vê yekê derdikevin rastî neheqiyan tên. Çapaci bi awayekî keyfî hêjmara ziyaretvanan bi hêjmara 6'an bi sînor kiriye.

‘DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÎNIN’

Girtiyan bibîrxist ku, wan ji bo van pêkanînan daxwazname ji Wezîrê Dadê, Serokê Komîsyona Mafên Mirovan ya Meclîsê û gelek kesên din re daxwazname şandine, lê daxwaznameyên wan ji aliyê îdareya girtîgehê ve hatin desteserkirin

Rayedarên girtîgehê îdîayên derbarê xwe de bê bersiv hiştin û bersiv nedan.