Li Girtîgeha Espiye ya Girêsûnê li girtiyan êşkence hat kirin

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha L ya Espiye ya Girêsûnê, bi ser odeyên girtiyên siyasî de hatiye girtin û gef li wan hatiye xwarin; Îsmaîl Taylan û Îsa Aslan bi zorê hatine kelemçekirin û bi êşkence ji odeyê hatine derxistin.

Malbatên girtiyên Girtîgeha L ya Espiye ya Gîresûnê, da zanîn ku vê sibehê rêveberiya girtîgehê êrîş biriye ser girtiyan. Li gor gotina malbatan, girtiyên nêzîkê mehek e bi dorê dikevin greva birçîbûnê, her roj rû bi rûyê tundiya derûnî dibin.

Hat diyarkirin ku îro serê sibehê midûrê yekemîn ê girtîgehê Orhan Akpinar û sergardiyanê bi navê Hakan û gelek gardiyanan bi hev re girtiye bi ser odeya girtiyên siyasî de; Îsmaîl Taylan û Îsa Aslan derb kirine, eşkence li wan kiriye.

Girtiyan diyar kir ku wan meraqa hevalên xwe kiriye lê wan hay jê nîn bûye bi kû ve hatine birin û anî ziman ku, midûrê girtîgehê ji wan re gotiye: “Dema bidarvekirina we hatiye.“

Girtiyan bang li rêxistinên mafên mirovan û civakê kir ku hestewar bin.