Li Girtîgeha Entalya êşkence li girtiyan tê kirin
Girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa L a Entalya sirgûnî Girtîgeha Tîpa S hatin kirin, ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirin, êşkence lê hatin kirin.
Girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa L a Entalya sirgûnî Girtîgeha Tîpa S hatin kirin, ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirin, êşkence lê hatin kirin.
Gırtıyên ku ji Girtîgeha Tîpa L a Entalya sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a nû hatî çêkirin hatin kirin, lêgerîna tazî lê hatin ferzkirin û êşkece lê hatin kirin. Ji girtiyên hatin sirgûnkirin Îslam Erdogan di hevdîtina li gel malbata xwe ya duh kirî, sepandin û êşkenceya lê hatin kirin vegot.
‘ÊŞKENCE LI ME KIRIN’
Erdogan destnîşan kir ku ew û gelek hevalên wî yên pêre pêkanînên der mirovî li wan hatine kirin û got: “Banga hestyariyê li raya giştî dikin. Eger hûn nebin dengê me wê her tişt bê serê me. Rayedarên girtîgehê bi vekirî ji bo me dibêjin; ‘Hûn li vir Kurdî naxivin, Tirkî baxivin.’ Ez Kurdim û ezê bi Kurdî baxivin. Eger ku tiştek bi serê hevalên min bê berpirs ew in. Hevalên min ne li gel min in, niha ti agahî ji wan tine. Êşkence li me kirin. Li ber vê me serî netewand û qet jî natewînin.
‘JI PIŞTÊ VE DESTÊ ME KELEPÇE KIRIN Û EM BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN’
Li vir rewş ne baş e, bi vekirî êrîşî me dikin. Provakasyonan dikin û pirsgirêkan ji bo me derdixin. Êrîşî me kirin. Her cûre pêkanînê li ser me dikin. Pêkanînên der mirovî li ser me dikin. Li Girtîgeha Tîpa L a Entalya êşkence heye. Rewşa me ne baş e, em di nava tehlokeyê de ne. Êrîş bire ser hevalên me yên nexweş. Ji ber êrîşê hevalê me ji ser hişê xwe çû û kete erdê. 10 kesî êrîş bire ser min, dest û lingê min şikandin. Ser û lingê min gelek cihî werimîne. Nikarim çavê xwe vekim. Pişta hevalekî me şikestiye. Tevî vê jî min nebirin doxtor, rapora lêdanê nedane min. Ji piştê ve destê me kelepçe kirin û bi erdê re kaş kirin. Em vê pêkanîna der mirovî qebûl nakin. Me xistin 3 hucreyan. Li van hucreyan textê razanê tine. Her roj êrîş û zext heye. Lêgerîna tazî li me ferz dike. Em vê qebûl nakin. Serî li ber nadanin. Dest danî ser her tiştê me. Hesabên me birîn. Bang li hemû parêzvanên mafê mirovan dikin, deng bidin dengê me. Li vir êşkence heye, ji jiyana xwe bi fikar in.”