Li Gimgimê polîsan zarokeke qetil kir
Li Gimgimê polîsan zarokeke qetil kir
Li Gimgimê polîsan zarokeke qetil kir
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê polîsan guleyên rast bikaranîn û zarokê 17 salî qetil kirin.
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê pevçûnên di navbera gel û polîsan de berdewam dikin û polîs di êrîşê de guleyên rast bi kar tînin. Polîsan li Kolana Cumhuriyetê li nuqteya dermanfiroşan êrîş li girseyê kir û zarokekî 17 salî qetil kirin. Zarokê bi guleyên ji panzerê hatin avêtin li serî wî ketin û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Welatiyan cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê û li navçeyê pevçûn bi dijwar berdewam dikin.