Li Geverê 8 kes hatin binçavkirin

Li Geverê 8 kes hatin binçavkirin

Li Geverê polîsan şevê din bi ser gelek malan de girtin û 8 ciwan binçav kirin. 

Li navçeya Gevera Colemêrgê polîsa şevê din di seatên dereng de bi ser gelek malên li taxên Yeşîldere, Mezarlik û Esentepeyê de girtin. Sedagirtinên ku tîmên taybet bi wesayîtên zirxî tevlîbûnde ciwanên bi navê Erdem Kizildogan, Zafer Dara, Gokhan Saygi, Abdusselam Saygi, Murat Saygi, Vedat Orha, Velî Cîndal û Ugur Surucuoglu hatin binçavkirin. Hate îdiakirin ku operasyona qirkirinê li ser navê "Rêxistiniya Ciwana a KCK'ê" pêk hatiye û 8 ciwanên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Geverê.