Esnafên li navçeya Farqîn a Amedê û Gever a Colemêrgê ji ber ku dê cenazeyên gerîlayên HPGê Ramazan Yilmaz (Andok Farqîn) û Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) werin veşartin kepenkên xwe venekirin.
Li Farqîn a Amedê ji bo gerîla Ramazan Yilmaz (Andok Farqîn) ku di çalakiya li hemberî Miduriyeta Polîsan a Pinarbaşi ya Qeyseriyê pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dabû, esnafan kepenk venekirin. Cenazeyê Yilmaz ku duh ji aliyê malbata wî ji Morga Edlî Tip a Enqereyê hate girtin û dê li Goristana Şehîtlîk a Taxa Tekel a Farqînê de were veşartin.
LI GEVERÊ JÎ KEPENK NEHATIN VEKIRIN !
Ji bo gerîla Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) ku di heman çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû jî li Geverê esnafan kepenk venekirin. Ji aliyekî li navçeyê ji bilî firin û ezcanezayan hemû esnaf kepenkên xwe girtin, ji aliyê din jî gel ji bo merasîma cenazeya Ozek li navçeyê kom dibe. Polîs li gelek cihên navçeyê xwe bi cih kiriye.
Evdila Bîlen