Li gelek bajaran qirkirina siyasî hate protestokirin
Li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî hate protestokirin û peyamên ‘Em ê bêdeng nemînin hate dayîn.’
Li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî hate protestokirin û peyamên ‘Em ê bêdeng nemînin hate dayîn.’
Amed jî di nav de li 21 bajaran operasyonên qirkirina siyasî hate kirin. Di operasyonan de rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û hunermend tê de herî kêm 100 kes hatin destgîrkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê gelek kesan biryara girtinê heye.
Li gelek bajaran operasyona qirkirina siyasî hate protestokirin.
RIHA
Şaxa Rihayê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) li ber Edliyeya Rihayê daxuyanî da. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Rihayê, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nusretîn Maçîn, namzetên Parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk a Rihayê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Platforma Şaxên Rihayê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Tabîban a Şaxa Rihayê jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê OHD'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke got "Hêzên siyasî bi nêzîkbûna 14'ê Gulanê re, bi polîtîkayên xwe yên ku zêdetirî 20 sal in berdewam dikin, ji bo têkbirina têkoşîna mafên mirovan, bi rêya darazê dixwaze mûxalefetê bêbandor bike. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi êrîşên dawîn re hewl dide rejîma xwe bidomîne, em diyar dikin ku em ê dev ji têkoşînê bernedin.”
ÎZMÎR
Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiya ku pankarta "Em ê li hemberî operasyonên siyasî serî natewînin. Hûn ê winda bikin" hate vekirin de dirûşmên "Zext me natirsîne", "Parastin bêdeng nemîne" hatin berzkirin. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Coşkun Ûstercî, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê, rêveberên Partiya Çepên Kesk û HDP, nûnerên partî û saziyên siyasî yên bajêr û gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Îzmîrê Velat Zeren diyar kir, ew ê tu carî li hemberî van êrîşan stûyê xwe xwar nekin.
SÊRT
Li Sêrtê namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Tûncer Bakirhan, Abdullah Çetîn, Sebahat Erdogan Saritaş û Parlamenterê HDP'ê Sîdik Taş beşdarî çalakiya li ber avahiya navçeya navendî ya Partiya Çepên Kesk bû. Taş diyar kir ku ev destgîrkirin operasyoneke qirkirina siyasî ye û got, "AKP ditirse. Ji ber ku ditirse û ji ber ku hilbijartin nêzîk dibe, ev operasyona hilbijartinê ye. Em van operasyonan şermezar dikin."
STENBOL
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî operasyona siyasî da. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li çîna karker û gelên xwe yên bindest dikin ku ji bo pûçkirina êrîşên faşîzmê em têkoşîna hevpar mezin bikin. Bila girtî bên berdan.”
DÎLOK
Şaxa Dîlokê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) li ber edliyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêveberiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Dîlokê û nûnerên gelek saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê Şaxa Dîlokê ya OHD’ê Mustafa Yalçin axivî û diyar kir ku bi nêzîkbûna 14'ê Gulanê re AKP-MHP'ê ji tirsa windakirina desthilatdariya xwe êrîşên xwe didomîne.
WAN
Şaxa Wanê ya OHD'ê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek parêzerên OHD'ê beşdarî çalakiyê bûn. Hevseroka Şaxa OHD'ê Mehtap Işik metna daxuyaniyê xwend. Işik, anî ziman ku bi destgîrkirinan re rêgezên bingehîn ên mafên mirovan tên binpêkirin.