Li Gaziyê ji bo Rojava meş

Li Gaziyê ji bo Rojava meş

Piştevaniya Gazî ji bo balê bikişîne ser komkujiya çeteyên El Nusra li Rojava li ser gelê Kurd pêkanî meşek li darxist.

Piştevaniya Gazî ji bo balê bikişîne ser komkujiya çeteyên El Nusra li Rojava li ser gelê Kurd pêkanî ji li Taxa Gazî ji Rawestgeha Qereqola Berê heya Parka Heykey meşek li darxist. Di meşê de pankartên “AKP destê xwe ji Rojava bikêşe”, “Gelê Rojava bitenê nîne” û sloganên “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Gelê Rojava bitenê nîne”, “Bijî Serok Apo” û “Gelê Kurd nerazê xwedî li Rojava derbikeve” qîriyan.

Piştî meşa heya Parka Heykey Seroka HDP’a Sultangaziyê Yeşîm Çuruk axaftinek kir û balkişande ser bûyerên li Rojava rû didin û komkujiyên komên çete kirine. Çuruk got: “Gelê li wir şoreşa xwe kir. Bi piştgiriya dewletên desthilatdar ên tehemula vê nakin jî komên çete gelê Kurd qetil dike. Gelê Kurd biryara çarenûsa xwe bi xwe diyar bike daye, tu kes nikare mudaxeleya vê bike.” Piştî axaftinan komek ya ciwanên ku ji bo balê bikişîne ser komkujiyê skeça ku amadekiribûn pêşkêş kirine, her wiha sînevîzyona ku şoreşa Rojava vedibêje hate pêşandan.

Çalakî piştî sînevîzyonê bidawî bû.