Li Gavleyê çalakiya ji bo azadiya Ocalan

Li bajarê Gavle yê Swêdê, ciwanên Kurdistanî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stant vekirin û belavok belav kirin.

Çalakî ji aliyê Komîsyona Ciwanan a Gavle ve hate organîzekirin. Ciwanan êlekê bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" li xwe kirin, li nava gel geriyan û belavok belav kirin.

Ciwanan bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û pankartek bi ser pireke bajêr ve kirin.

Komîsyona Ciwanan a Gavleyê ragihandin, ku ew ê çalakiyên xwe bi rê û rêbazên cuda bidomînin û bang li gelê Kurd kir ku tevlî çalakiyan bide.