Li Franseyê ji ber kuştina penaberê Kurd 3 binçavî

Li Franseyê ji ber kuştina penaberê Kurd 3 binçavî

Li Franseyê ji ber kuştina penaberek Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê 3 kes hatin binçavkirin.

Di 16’ê gulanê de, li Ouistreham a li perava Calvadosê penaberê Kurd ê 20 salî yê ji Başûrê Kurdistanê hat kuştin. Roja yekşemê, 3 kesên Arwanût ji ber kuştina penaberê kurd hat binçavkirin û îfadeyên wan hatin girtin.

Dozgera Komarê yê Ceanê Catherine Denis ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku wan her tiştê red dikin. Dozgera Frensî xwest gumanbar bêne girtin û lêpirsîn der barê wan de bê destpêkirin.